Li Wanê 24 kes hatin girtin, li Gimgimê 9 kes hatin binçavkirin
Li Wanê 24 kesên ku hatibûn binçavkirin, piştre hatin girtin û 2 kesên din jî hate binçavkirin. Li Gimgimê jî 9 kes hatin binçavkirin.
Li Wanê 24 kesên ku hatibûn binçavkirin, piştre hatin girtin û 2 kesên din jî hate binçavkirin. Li Gimgimê jî 9 kes hatin binçavkirin.
Pêkanînên qirkirina siyasî yên rejîma AKP-MHP’ê li djî gelê Kurd didomin. Terora binçavkirin û girtinê ku nikare îradeya gel teslîm bigire li Wanê û Gimgimê dewam kir.
WAN
Ji aliyê Fermandariya Cendermeyan a Bajarê Wanê û Midurteya Emniyetê di 6’ê Adarê de li Wan, Kocaelî, Antalya, Stenbol, Riha, Şirnex, Colemêrg, Semsur, Elih û Amedê bi ser gelek malan de hatibû girtin û 33 kes hatibûn binçavkirin. 33 kesên hatşn binçavkirin birin navçeya Payîzava ya Wanê û şevê din derxistin pêşberî dozger. Ji 33 kesan 24 kes hatin girtin, 9 kes jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Li aliyê din li navçeya Elbak jî carek din bi ser malan de girtin. Polîsan bi ser malên Hevserokê HDP’ê yê navçeyê Loqman Kuş, Hevseroka DBP’ê ya navçeyê Senar Yeşilirmak û Endama Meclîsa Şaredariyê Nazîme Abdi de girtin, lê di malan de kesek tunebû. Rêveberê HDP’ê yê navçeyê Tanjû Sancar û Endamê Yedek yê Meclîsa Şaredariya DBP’ê Şukru Tunç hatin binçavkirin.
MÛŞ
Li navçeya Gimgim a Mûşê operasyona qirkirina siyasî hate lidarxistin. Diyar bû di serdegirtina navçeyê de 9 kes hatine binçavkirin.