Li Wan û Stenbolê li dijî faşîstan çalakî hate lidarxistin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Eylul Amed û Şehîd Mazlûm Maxmûrî li Wanê li dijî faşîst û nokeran hin çalakî li dar xistin.

Yekîneyan çalakiyên li dijî alîgirên AKP û faşîstan li xwe girtin û gotin, “Faşîzma AKP û MHP’ê ya ku her dem êrîşî gelê Kurd û nirxên wê dike, heta ku li Kurdistan û Tirkiyeyê operasyonên xwe bidomîne û li Rojava zeviyan bişewitîne, bi faşîzane êrîşî mafê jiyanê yê gelan bike, em ê stûyê xwe xwar nekin û li dijî êrîşan têkoşîna xwe bidomînin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 21’ê Gulanê de li ser Rêya Hala Sebzeyan a li Rêya Hevrîşêmê ya Wanê du wesayît, di 22’ê Gulanê de li herêma Kîrazli ya Edremîtê îstasyona bazê hatine şewitandin. Di 22’ê Gulanê de jî li herêma Seyrantepe ya Taxa Îstasyonê ya li Tûşbayê li dijî şiva trênê sabotaj hate kirin, di 23’ê Gulanê de jî li Taxa Sixkê ya Rêya Hevrîşmê jî li dijî benda polîsan fîşekên hewayî hatine avêtin.

Hate diyarkirin ku Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Helmet û Şehîd Arîn Mîrkan li Gazîosmanpaşaya Stenbolê avahiya nokerekî AKP’ê şewitandinye. Hate diyarkirin ku ev kes tîryakê difiroşe.

Yekîneyê diyar kir ku di 23’ê Gulanê de jî li Okmeydani marketên BÎM û ŞOK’ê û li Dragosê jî wesayîtek hatiye şewitandin.