Li Wan, Edîrne û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin

Li Edîrneyê 13, li Wanê 2 û li Îzmîrê jî 2 kes hatin binçavkirin.

Li Edîrneyê 13, li Wanê 2 û li Îzmîrê jî 2 kes hatin binçavkirin.

LI EDÎRNEYÊ 13 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Edîrneyê, polîsên tevgera taybet ên Tirk danê sibehê avêtin ser gelek malên li taxên Ayşe Kadin û Şukru Paşa. Di serdegirtinên bi îdîaya "propaganda rêxistinê hatiye kirin" de, Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Navendî Selahattîn Karatoprak jî di nav de 13 kes hatin binçavkirin.

AJOKAR Û PARÊZVANÊ KAYA HATIN BINÇAVKIRIN

Li Wanê, polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser du malên li taxaên Seyît Fehîm Arvasî û Xaçortê. Di operasyonê de ajokarê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya Abdurrahman Abî û parêzvanê wî Muslum Aslan hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina Abî û Aslan nehat zanîn. Li gorî agahiyan Abî û Aslan birine Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.

LI ÎZMÎRÊ 2 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li navçeya Îzmîr Konakê jî, polîsên tevgera taybet û şaxê TEM'ê danê sibehê avêtin ser hin malên li taxa Çîmentepeyê. Di serdegirtinan de 2 kesên navên wan nehat hînbûn, hatin binçavkirin.