Li Wanê kirîza maskeyan: Maske ketin bazara reş

Li Wanê ji ber koronavîrosê kesên ku xwastin maskeyên rû bistinin herikin dermanxaneyan, lê bi rast hatina bihayê bilind yê maskeyan şok bûn. Maske li bazarên reş bi bihayek bilind ketin bazarê.

Li Wanê panîka koronavîrosê belav dibe. Li bajarê Wan a li ser sînorê welatê Îran a ku heta niha di cihanê de welatê herî zêde kes ji ber sedema nexweşiya koronavîrosê mirin, gel ji ber tedbîrên xwe bigrin ji bo maskeyên rû û amûrên dest yên paqijiyê berê xwe dan dermanxaneyan. Lê belê gel bi ditina bihayê bilind şok derbazkirin. Ji berî koronavîrosê maske li bazarê bi 5 TL’yan dihate dîtin, lê niha li bazarê bûye 150 TL. Hemû amûrên dest paqijîyê bihayê wan zêde bûye. Ji ber kêmbûna maskeyan li depoyan, gel li bazarên reş digerin. Kesên ku koronavîrosê ji xwe re weke firsat dibînin li kolanan jî dest bi firotina maskeyan kirin.

Sedemê bihabûna maskeyan û berhemên pakijiyê ji ber ku di depoyên mezin de nayên hilberîn û nayê belavkirin. Li du navendên depoyên dermanxaneyên Wanê di hatin komkirin niha vala mane. Ev kelûpel bi rêya navbeynkaran li bazara reş û ji derveyî welat tên firotin.