Li Viyanayê şahiya piştevaniya bi Kobanê re
Li Viyanayê şahiya piştevaniya bi Kobanê re hat lidarxistin.
Li Viyanayê şahiya piştevaniya bi Kobanê re hat lidarxistin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê ji aliyê saziya alîkariyê ya bi navê HelpKobane.at duh şahiyeke piştevaniya bi Kobanê re li dar xist.
Di şahiya ku li Theater Akzent pêk hat, hunermendên Kurd Tara Jaff û Cemîl Koçgirî derketin dikê. Di şahiya ku nêzî 200 kes beşdar bûn, Awûstûryayî û gelek parlamenterên ji siyaseta Awûstûrya jî amade de bûn.
Tevayî dahat û bexşên di konserê de hatin komkirin wê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bên bikaranîn.