Li Toûloûsê PKK hate silavkirin, tecrîd hate şermezarkirin

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê, salvegera damezrandina PKK'ê hate silavkirin, tecrîd jî hate şermezarkirin.

Li bajarê Toûloûse ya Fransayê, salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê hate silavkirin.

Di pîrozbahiyê de, piştî xwepêşandana ciwanan siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan axivî. Xebat Ocalan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Divê gelê Kurd ti carî ji rêya xwe venegere."

Xebat Ocalan bi bîr xist, Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven zêdeyî meheke di greva birçîbûnê de ye û got, "Divê gelê Kurd hîn bi biryar be û bi rengekî girseyî tevlî grevên birçîbûnê bibe. Berxwedana Ocalan berxwedana me hemûyan e, nabe ku em bêdeng bimînin."

Di pîrozbahiyê de Çetîn Oraner û Ferqîn Azad derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.