Li Toulousê binçavkirin hatin protesto kirin
Li Toulousê binçavkirin hatin protesto kirin
Li Toulousê binçavkirin hatin protesto kirin
Li bajarê Toulouse yê Fransayê binçavkirinên li dijî Kurdan bi mitîngekê hate protestokirin.
Mitînga ku li ber Walîtiya Toulouse Meclisa Gel ya Demokratîk organîze kirin. Di axaftinên hatine kirin de balkişande ser sûîqesta 9’ê Çileyê li paytextê Fransa Parîsê ya li dijî sê siyasetmedarên jinên Kurd. Bertek nîşanî hikumeta Fransayê kirin ku zext li ser Kurdan zêdekirine û pêwîste komkujiyê ron bike. Di çalakiya ku hate daxwazkirin Kurdên li Toulousê hatin binçavkirin demildest bên serbest berdan, heyetekî 3 kesî randewû ji Walîtiya Toulousê daxwaz kir.
Li bajarê Bordeaux û Toulouse yê Fransayê 12’ê Sibatê operasyonekî hemwext pêkanîn. Bi îdîaya “Ji bo fînansekirina PKK’ê teşebusa komkirina fonê” hate diyarkirin ku, operasyon ji aliyê dozgerê antî-teror ve hate pêkanîn. Tê diyarkirin ku, têkildarî binçavkirinan lêpirsîn adara 2012’an de destpêkiriye.
Di heman rojê de li Spanyayê 6 Kurd bi heman hincetê hatibûn binçavkirin.