Li Toronto, Kopenhag û Den Haagê dewleta Tirk hate protestokirin
Li bajarê Toronto ê Kanadayê, li paytext Kopenhag a Danîmarka û li bajarê Den Haag ê Hollandayê êrîşên dewleta Tirk a dagiker a li ser Efrînê û qetilkirina Sivîlan hate protestokirin.
Li bajarê Toronto ê Kanadayê, li paytext Kopenhag a Danîmarka û li bajarê Den Haag ê Hollandayê êrîşên dewleta Tirk a dagiker a li ser Efrînê û qetilkirina Sivîlan hate protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê TorontoY a Kanadayê dijîn, bi armanca protesto kirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê li pêşiya Sefaretxaneya DYA çalakiyek lidar xistin.
Girseya ku bi pankartên bal dikişîne ser qetlîama li Efrînê bê navber dirûşim berz kirin.
Di axiftinên çalakiyê de hatî kirin de hat destnîşankirin ku ji bo sekinandina qetlîama li ser sivîlan divê bi awayek lezgîn raya giştî ya cîhanê bikeve nava tevgerê.
KOPENHAG
Li paytext Kopenhag a Danîmarkayê jî dibin rêveberîya Meclisa Jin a Sêvê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de çalakiyek li pêşiya Sefaretxaneya Rûsya hatkirin.
Di çalakiyê de destpêkê Rusya, bêdengmayîna li hemberî qetlîam û dagirkeriya li Efrînê, çav girtina welatên NATO hatin şermezarkirin.
Mitîng bi dirûşmên xwedi derketina li berxwedana Efrînê bi dawî bû.
DEN HAAG
Li bajarê Den Haag a Hollanda jî cihê çalakiya Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Sefaretxaneya Rûsya bû.
Helwesta Rûsya ya dagirkirina Efrînê û şirîkê qetlîamê hat protestokirin.