Li Toronto Cejna Vejînê hate pîrozkirin

Li bajarê Toronto yê Kanadayê salvegera 40’ê ya PKK’ê bi tevlîbûna sedan kesî hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir, sînevîzyona ku axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li xwe digire hate nîşandan.

Her wiha di pîrozbahiyê de peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik jî hate nîşandan.

Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torotoyê Bayktanî Songul Ateş û Alî Karaoglan axivîn û cejna vejîna gelê Kurd pîroz kirin û bal kişandin ser tecîrda giran a li ser Ocalan.

Şahiya bi coş hate pîrozkirin, Bûrhan Berken, Mehmet Doneklî û Koma Nû derketin ser dikê.