Li Tirkiyeyê 725 kes ji ber Covîd-19 mirin
Wezîrê Tenduristî yê Tirk Fahrettîn Koca ragihand ku 725 kes ji ber şewba vîrûsa Korona mirin, hejmara kesên bi vîrûsê jî ketine gihişte 34 hezar û 109 kesî.
Wezîrê Tenduristî yê Tirk Fahrettîn Koca ragihand ku 725 kes ji ber şewba vîrûsa Korona mirin, hejmara kesên bi vîrûsê jî ketine gihişte 34 hezar û 109 kesî.
Wezîrê Tendurisî yê Tirk Fahrettîn Koca daxuyaniyek da û anî ziman ku di nava 24 saetên dawî de ji ber Koronayê 76 kes mirine. Koca destnîşan kir ku heta niha ji ber şewba Koronayê (Covîd-19) li Tirkiyeyê 725 kes mirine.
Her wiha Koca diyar kir ku li Tirkiyeyê 34 hezar û 109 kes jî bi vîrûsê ketine.