Li Tirkiyê 5 hezar mehkûmên din

Li Tirkiyê 5 hezar mehkûmên din

Li Tirkiyê, li 132 hezar hikumxwar û girtiyên li Tirkiyê di nava du mehên dawî de 5 hezarên din lê zêde bûn û gihaşt 137 hezar û 133'an.

Li gel pakêtên dadgeriyê yên hikûmeta AKP li ser hev derdixîne, hejmara girtî û hikumxwarên li girtîgehan her zêde dibe. Li gorî daneyên Wezareta Edaletê, di nava du mehên dawî de 5 hezar girtî û hikumxwarên nû li girtîgehan zêde bûne.

Li gorî nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê hejmara girtiyan li gorî tawanbariyan wiha ye: Mêrkujî 25 hezar û 429, hewldana mêrkujiyê 2 hezar û 149, tawanbariyên zayendî 10 hezar û 765, Delkbazî 3 hezar û 137, teşwîk, kirin û navbeynkariya ji Fûhûşê re 1 hezar û 573, Dizî 21 hezar û 435, Sextekarî 4 hezar û 803, Narkotîk 23 hezar û 846, Talan, şêlandin 16 hezar û 355, Birîndarkirin 15 hezar û 481. 

Li gorî temen jî rewş wiha ye: Di navbera 12 û 17 salî de (Zarok): hezar û 797. Di navbera 18 û 20 salî de (Ciwan): 7 hezar û 137. Di navbera 21 û 39 salî de (Temenê navîn): 87 hezar û 564. Di navbera 40 û 64 salî de (Temen Têgihiştî ): 38 hezar û 645. Di navbera 65 û 79 salî de (Temen dirêj): Hezar 798. Zêdeyî 80 salî: 100.