Li Tîpa F ya Tekîrdagê îşkenceya pirtûk û xwarinê didome

Li Tîpa F ya Tekîrdagê îşkenceya pirtûk û xwarinê didome

Herçendî ku piştî midûrê yekemîn Heyder Elî Ak yê girtîgeha Tîpa F ya hêjmar 1 ya Tekîrdagê çûbe û zext hinekê kêm bibin jî, eziyeta pirtûk û xwarinê didome. Azad Avci ku ji bo birayê xwe Şêxmûs Avci yê ji doza KCK’ê girtî, pirtûka binavê ‘Gorkî’nin Gitari (Gîtara Gorkî)’ anî, gotin pirtûk qedexey û destûr nedan bikeve girtîgehê. Herwiha derket holê ku madeyê ku dixin nava xwarinê di bedena girtiyan de birînan çêdike.

Li girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê ku girtiyên ji doza PKK’ê ji ber îşkence û binpêkirinên mafan 36 rojan dest bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kirin, her wiha bi qebûlkirina daxwazên wan çalakî bidawî bû jî, gespkirina mafên girtiyan yê herî bingehîn dîsan berdewam dike. Pirtûkên ku girtî û hikumxwariyên siyasî yên ji malbatên xwe daxwaz dikin,mohra qedexê lêdidin û destûr nadin bikevin girtîgehê. Yek ji girtiyê ku bûye hedefa qedexeyên keyfî Şêxmûs Avci ku 4 sale di çarçoveya doza KCK’ê de girtiye. Azad Avci da diyarkirin ku, pirtûka Mîrcan Karaalî ya girtîgeha Tîpa F vedibêje ya binavê ‘Gorkî’nin Gitari’ ji birayê xwe Şêxmûs Avci re anî, lê gotin qedexeye û destûr neda bikeve hundir. Azad got: “memûrên Înfazê dema ku pirtûk dîtin, ji min re got ‘bi anîna vê pirtûkê tu dixwazî çibikî? Dema ku min jêre got, vê pirtûkê hemû girtîgeh qebûl dikin jî got, ‘qedexeye ku ev pirtûk bikeve vê girtîgehê.’ Azad Avci destnîşan kir ku, birayê wî jêre gotiye di van demên dawî de pirtûkên ew dixwazin nadin wana, ji ber vê çendê ew êdî pirtûkan nabe girtîgehê.

XWARIN BIRÎNAN DI BEDENÊ DE ÇÊDIKE!

Avci diyarkir ku, dema ku ew 22’ê Gulana 2013’an çû hevdîtina vekirî ya birayê xwe rewşa wî pir xirab bû. Got, madeyekî ku dixin nava xwarinê de hemû bedenê birîn dike. Avci anî ziman ku, ji ber xwarinên nebaş di bedena gelek girtiyan de birîn çêbûne, ragihand ku ji ber vê êdî tu kes xwarinên girtîgehê naxwe.  Avci bilêv dike ku, girtî erzaqê ku ji kantînê distînin xwe tîmar dikin, lê belê li girtîgehê kantîn weke cihê rantê têne bikaranîn û bihayê wan jî du qate. Ji ber wê êdî hatine rewşek wisan ku nikarin ji wir jî bikirin. Avci destnîşan kir ku, nebese birayê min bi awayek bêhiqûqî tê darezandin, li girtîgehê jî weke kampek ya dîlan tekoşîna jiyanê dide. Avci bilêv kir ku, “Hem mirovan bêhiqûq di avêjin girtîgehan, hem jî hezar îşkence û pêkanînên keyfî lêdikin.”