Li Tetwanê 3 HDP’î hatin girtin

Hevserokê HDP’ê yê navçeya Tetwanê Bûrak Ballioglû, endamê Meclîsa Giştî ya bajar Medenî Yalçinkaya û Ozgur Akbay ên berî niha bi 3 rojan li Bedlîsê di serdegitinên malan de hatin destgîkirin, hatin girtin.

Hevserokê HDP’ê yê navçeya Tetwanê Bûrak Ballioglû, endamê Meclîsa Giştî ya bajar Medenî Yalçinkaya û Sekreterê Giştî ya Şaxa ÎHD’ê ya Bedlîsê Engîn Başar û Ozgur Akbay ên 6’ê Tebaxê di serdegirtinên li Tetwan û navenda Bedlîsê de  hatibûn destgîrkirin, piştî karên wan ên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin.

Dozgerî her 4 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê kirin. Bûrak Ballioglû, Medenî Yalçinkaya û Ozgur Akbay hatin girtin, Engîn Başar jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.

Ballioglû, Yalçinkaya û Akbay ên hatin girtin şandin Girtîgeha Bedlîsê.