Li taxa Kurdan pevçûn
Li taxa Kurdan pevçûn
Li taxa Kurdan pevçûn
Çekdarên Artêşa Azad ji herêma xeta tirênê êrîşî Taxa Şêxmeqsûd Rojhilat û Taxa Bustan Başa kirin, di encamê de pevçûn navbera Atêşa Azad û alîgirên rêjîma Bass qewimîn. Tê diyarkirin ku ku kuştiyên her du aliyan hene. Li aliyeke din jî rejîma Sûriyeyê bi topan êrîşê Taxa Şêxmeqsûd a ku piraniya şêniya wê Kurd e dike. Tê ragihandin ku di encama pevçûn û topbaranê de kuştiyên sivîl jî hene.
Tabûrên Artêşa Azad ên bi navê Lîwai Cebhet Elekrad, Diri Elcebel, Ehrar Sûriye û Elfurqan di kolana xeta trenê de êrîşî herêma di navbera Taxa Bustan Başa û Şêxmeqsûd Rojhilat kirin. Di encamê de pevçûn di navbera alîgirên rêjîma Bass û çekdarên Artêşa Azad de rû da. Tê gotin ku kuştiyên her du aliyan hene û pevçûn hîn didome.
Di heman demê de hêzên rêjîma Sûriyeyê jî bi topan êrîşî taxa Şêxmeqsûd dike. Tê gotin ku di encama pevçûn û topbaranê de kuştiyên sivîl jî hene.