Li Tarsûsê qirkirina siyasî: 20 kes hatin destgîrkirin

Li Tarsûsa Mêrsînê polîsan girtin ser malan û 20 kes destgîr kirin.

Li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 20 kes destgîr kirin. Hate hînbûn ku 20 kesên ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatine destgîrkirin birine Midûriyeta Polîsan a Navçeyê. 

Navên hin kesên ku hatine destgîrkirinn wiha ne: Hevserokê HDP’a Navçeyê yê berê Ahmet Kizmaz, Mahîde Çîçekdag, Gulistan Çîçekdag, Mûstafa Yildirim, Diyar Şeker, Fûat Yaman, Mûrat Polat û Ahmet Amûtgan.