Li Taksîmê ji qurnefîlê re jî tehemul nîne

Li Taksîmê ji qurnefîlê re jî tehemul nîne

Bi armanca ku kesên di berxwedana Parqa Gezî de jiyana xwe ji dest dane bê bibîranîn, bi dehezaran kes li Qada Taksîmê tije bûn û rastî êrîşa polîsan hatin.

Bi banga Piştevaniya Taksîmê, bi hezaran kes ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane bibîrbînin, li têketina Parqa Gezî û Qada Taksîmê kom bûn.

Girseya ku di destê wan de wêneyên şoreşgeran û qurnefîl hebûn, di têketina parqê de qurnefîl danîn û bê navber dirûşmeyên ‘Her der Taksîme, her der berxwedane’, ‘Li dijî fazîmê dest bidin hev’ hatin berzkirin.

Bi dehezaran dema çalakiya xwe didomandin, heyet ketin parqê û lêkolîn kirin. Dema girseyê çalakiya xwe didoman, polîs êrîş kir. Qelebalixa li Qada Taksîmê berhev bûn polîsan berê wan dan Cadeya Îstîklalê û bi ava şid êrîş kirin.