Li Taksîmê ji ÎHD’ê ji bo Roboskiyê çalakî

Komîsyona Heqîqet û Edaletê ya Şaxê Stenbolê ya Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD), bi daxwaza “Ji Roboskiyê Re Edalet, Berpirsyar Bên Darizandin” cara 54. li Qada Galatasarayê çalakî li dar xistin.

Di çalakiya edaletê de ku wêneyên 34 kesên di qetlîama Roboskiyê de hatin qetilkirin û wêneyê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hatin hilgirtin, bal kişandin ku edalet heta mehşerê namîne.

Endamên Komîsyona Heqîqet û Edaletê ya Şaxê Stenbolê ya ÎHD li Qada Galatasarayê kom bûn, di çalakiyê de pankarta wêneyên 34 kesên ku di qetlîama roboskiyê de hatin qetilkirin û “Ji Roboskiyê Re Edalet, Berpirsyar Bên Darezandin” hatî nivîsîn vekirin, daxwaz kirin ku mafê edaletê bên bicih û bên çavdêrîkirin. Osman Ozkan, li ser navê komîsyonê daxuyanî da, bi bîr xist ku bi giştî 34 kesên welatiyên Komara Tirkiyeyê ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin û qetilkirin, jê 13 zarok in. Ozkan bal kişand ku di 29’ê Gulanê de qetlîama 2’yemîn a Roboskiyê hate kirin û 2 zarok bi bombeyan hatin qetilkirin. Ozkan wiha anî ziman: “Ji bo lenetkirina van qetlîaman, niha bajarên me, kolanên me her roj şahidiyê ji qetilkirina zarok û ciwanan re dikin.” Ozkan wiha pê de çû: “Eger edalet ji bo Roboskiyê pêk bihata, qetlîama Pirsûsê, qetlîama Enqerê û qetlîama Sêwas a 2’yê Tîrmehê pêk nedihat. Seroka TÎHV Şebnem Korûr Fîncancî, Nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglû û Rojnamevan Ahmet Nesîn nedihatin girtin. Hûrşît Kulter ê ku ev 33 roj in ti agahî jê nayê girtin, li pêş çavên cihanê nedihat windakirin.” Her wiha herî dawî Ozkan ev got: “Edalet ne dozeke ku heta mehşerê bimîne. Li hember qetlîaman, windahiyan, şer, darizandinan bêdeng nabin, li hember kuştinan bêziman namînin.Heta ku lêgerîna edalet û heqîqetê encam bigire, berpirsiyar bên cezakirin wê dewam bike.”

 

...