Li Taksîmê bi hezaran bo Ethem hatin cem hev
Li Taksîmê bi hezaran bo Ethem hatin cem hev
Li Taksîmê bi hezaran bo Ethem hatin cem hev
Bi banga Hêzên Demokrasî û Kedê re li Taksîmê bi hezaran kes meşiyan. Polîsan barîkat ava danîn û destûr nedan têketina girseyê ya qadê. Bi hezaran kes bi dirûşmeyan çalakiya runiştinê pêk tînin.
Bi banga hêzên Demokrasî û Kedê, bi hezaran kes hatin cem hev û polîsên ku Ethem Sarisuluk kuşt protesto dikin.
Girseya bi banga DİSK, KESK, TTB, TMMOB û HDK’ê hatin cem hev ji Qada Galatasarayê heta Taksîmê meşiyan. Hevsroka ESP’ê Fîgen Yuksekdag û endamên MYK’ê, serokê gitşî yê ODP’ê Alper ta jî di nav de bi pankarta ‘ Kujer dê hesab bidin’ dimeşin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘kujer dewlet dê hesab bide’ tê berzkirin.
Bi sedan polîs di têketina Taksîmê de nahilên girse bikeve qadê. Bi hezaran kes astengiya polîsan bi çalakiya runiştinê protesto dike.