Li Taksîmê 8 kesên derxistin dozgeriyê hatin berdan

Li Taksîmê 8 kesên derxistin dozgeriyê hatin berdan

8 kesên di mudaxeleya polîsan ên dixwestin di salvegera darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî li Taksîmê bimeşin de hatin binçvakirin piştî îfadeyên dozgeriyê serbest hatin berdan.

Duh koma dixwest li Taskîmê bi minasebeta salvegera darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî meşê li dar bixin rastî mudaxeleya polîsan a tund hatibûn û di encama mudaxeleyê de 8 kes hatibûn binçavkirin.

8 kes piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin.

8 kesên bi îdîaya "Li dijî zagona meş, civîn û çalakiyan a hejmar 2911'an" kirin li dozgeriyê îfade dan û piştî îfadeyan serbest hatin berdan.