Li Swîsreyê Sakîne, Fîdan û Leyla di roja 40’mîn de hate bibîranîn
Li Swîsreyê Sakîne, Fîdan û Leyla di roja 40’mîn de hate bibîranîn
Li Swîsreyê Sakîne, Fîdan û Leyla di roja 40’mîn de hate bibîranîn
Siyasetmedarên jin yên şoreşger yên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan di 40’mîn roja qetilkirinê de li bajarê Solothurn yê Swîsreyê bi merasimekê hatin bibîranîn.
Merasima bîranînê ya li Komeleya Çanda Kurdan ya Solothurnê pêkhat li derdora 80 kesan tevlîbûn. Di merasima bîranînê ya bi deqîqeyeka rêzgirtinê despêkir de Berdevka Komîsyona Jinên Solothurnê Nûray Demîrcî axaftinek kir. Demîrcî di axaftina xwe de komkujî nelet kir û xwest kujer û hêzên li pişt wan bêne ronî kirin.
Demîrcî got, “Ew dê nekarin me bêzar bikin” û da diyarkirin ku, ji bo komkujî derkeve holê dew dê her roj çalakiyan li darxînin û hêza xwe biberdewamî nîşan bidin.
Piştî axaftina berdevaka komîsyona jinan, sînevîzyona vegotina 3 siyasetmedarên jin dike hate pêşandan. Hate dîtin ku, di dema pêşandanê de gelek jinan rondikên çavên xwe negirtin.
Merasima bîranînê piştî sînevîzyonê bisloganên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bidawî bû.