Li Swîsreyê Kurdistanî ji bo Kobanê herikîn kolanan
Li Swîsreyê Kurdistanî ji bo Kobanê herikîn kolanan
Li Swîsreyê Kurdistanî ji bo Kobanê herikîn kolanan
BASEL
Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn, bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê û bangkirina li civaka navneteweyî ya li pêşberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bêdeng in, daketin qadan.
Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşên xwe yên li hemberî Kobanê zêde kirin, Kurdistaniyên li Swîsreyê djiîn, li ser banga Navendên Civaka Kurd a Demokratîk li Swîsreyê li Bern, Basel, Cenevre, Lozan û Zurichê daketin kolanan.
BASEL
Kurdistaniyên li Baselê dijîn, li ber Parlamenta Baselê ya li Kolana Marktplatzê hatin cem hev. Kurdistaniyan bi yek dengî bang li hêzên navneteweyî kirin ku bi wezîfeya xwe rabin û destnîşan kir ku eger komkujiyek rû bide, her kesên bêdeng wê jê berpirsyar be.
ZURICH
Kurdistaniyên li Zurichê dijîn, li ber Parlamenta Zurichê gihaştin hev. Dirûşma "Kobanê" ya girseya gel li navenda bajêr deng vedide.
BERN
Li Bernê jî bi sedan Kurdistanî li ber Konsolosiya DYA tên cem hev. Girseya gel a ku çalakiya xwe dewam dike bang li DYA dike ku wezîfeya xwe tavilê bicih bîne.
CENEVRE
Li Cenevreyê jî girseya gel a li Balafirgeha Cenevreyê hat cem hev, dest bi çalakiya rûniştinê kir.
LOZAN
Kurdistaniyên li bajarê Lozanê dijîn jî, li ber Stasyona Lozanê hatin cem hev.
Li ser navê Civakên Kurd ên Demokratîk li Swîsreyê Xebat Ocalan li vir axivî û bang li Kurdan û dostên wan ên li Swîsreyê kir ku ji bo Kobanê biherikin kolanan.