Li Swîsreyê bûyerên li Tirkiyeyê hatin nîqaşkirin
Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê bûyerên li Tirkiye û Kurdistanê hatin nîqaşkirin.
Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê bûyerên li Tirkiye û Kurdistanê hatin nîqaşkirin.
Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê bi serenavê “Rewşa dawî li Tirkiyeyê, rewşa penaberên li Tirkiyeyê, polîtîkayên AKP’ê, Bûyerên li Kurdistanê” civînek çapemeniy hat lidarxistin.
Civîna li Navenda Çandê ya Palaceyê, ji hêla Syrich Guruppe, CABI, St. Gallen DEM-KURD, Frauenarhiv û Politische Frauen Gruppe hat organîzekirin.
Endama Heyetê Gulşen Çelîkkol ya meha Îlonê çibû Tirkiyeyê çavdêriyên xwe ragihand û diyar kir ku rewşa wargehên penaberan xirab e. Her wiha Çelîkkol têkîldarî êrîşên qirker ên li Cizîrê jî çavdêriyên xwe parve kirin.
‘DEWLETA TIRK DANKIRINAN HEQ DIKE’
Rojnamevan Andeas Fagatt jî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê ya li dijî gelê Kurd, ji ber nêzîkatiya dewleta Tirk a li beramberî pirsgirêka Tirk diyar kir ku pêwîstî bi dankirinên navneteweyî hene.
Di rûniştina duyem de jî Demîr Çelîk ê HDP’î polîtîkayên AKP’ê û rewşa dawî ya Kurdistanê ragihand.