Li Swîsreyê bi afîşa Erdogan kampanyaya dijî nîjatperestiyê
Partiya Sosyalîst (SP) bi gotina ‘Em Swîsreyeke mîna dîktatoriya Erdogan naxwazin’ li Swîsreyê li dijî nîjatperestiyê wê kampanya bike.
Partiya Sosyalîst (SP) bi gotina ‘Em Swîsreyeke mîna dîktatoriya Erdogan naxwazin’ li Swîsreyê li dijî nîjatperestiyê wê kampanya bike.
Li dijî însîyatîva nîjatperest û faşîst a bi navê ‘çarenûsa xwe, xwe bi xwe diyar bike’ ku bi pêşengiya partiya radîkal a rastgir UDC’ê li 25’ê Mijdarê li tevahiya Swîsre were dengdan, Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) wê bi gotina ‘Em Swîsreyeke mîna dîktatoriya Erdogan naxwazin’ wê kampanyayê rê ve bibe. Nûnerên SP’yê û partiyên siyasî, rêxistin ên li dijî însîyatîvê derdikevin, bi daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar a bi navê ‘’Li dijî kampanyaya nîjatperest Platforma NA’ starta kampanyaya dijî ya insîyatîvê dan.
‘EM DÎKTATORIYEKE MÎNA YA ERDOGAN NAXWAZIN’
Di daxuyaniya çapemeniyê de xala herî balkêş afîşa Partiya Sosyalîst bû ku li dijî însîyatîva nîjatperest hatiye amadekirin. Li ser wêneyên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, Serokê DYA’yê Donald Trûmp û Serokdeletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi nivîsa ‘’Swîsre li ber xwe dide’’ ya li ser afîşê bal kişandin ser rêveberiyên dîktatorî.
Wekîla Partiya Sosyalîst a Netewî Nadîne Masshardt li dijî insîyatîva ku UDC 25’ê Mijdarê wê bibe referandûmê helwesteke tund nîşan da û got, ‘’Em nikarin bi Tirkiyê, Rûsya û DYA’yê re, ku bi dîktatoriyê têne rêvebirin, di heman rêyê de bimeşin’’. Masshartd got insîyatîv li dijî parastina mafê miroan êrîşeke mezine û bang kir ku di referandûma 25’ê Mijdarê de NA were gotin.
Wekîlekî dî jî yê SP’yê got,’’Li tevahiya cîhanê milletgiriya geş bûyî û populîzm dikeve pêşiya mafê mirovan ên sereke. Em mînaka vê ya herî xurt li Tirkiyê dibînin. Li Rûsya, DYA û Tirkiyê otokrat ango dîktator derdikevin pêş. Em ê destûrê nedin ku ev rewş li Swîsreyê jî bibe. Heke insîyatîv bi ser bikeve Swîsre wê bibe mîna Erdogan, Pûtîn û Trûmp’’.