Li Swîsreyê ahenga bi heybet ya Newrozê

Li Swîsreyê ahenga bi heybet ya Newrozê

Di Newroza li bajarê Firbourg ya Swîsreyê ji 7 hezarî zêdetir kes beşdarbûn. Di ahenga Newrozê pêvajoya çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin hate silav kirin.

Ahenga Newrozê ya li bajarê Fribourg yê Swîsreyê pêkhat, di demjimêr 13’an de bi xwendina Ey Reqîb ji aliyê koroya zarokan ya ji xwendekarên Dibistana Zimanê Kurdî ya Herêma Zurichê destpê kir. Di ahenga ku gelek partî û saziyan peyam şandin de, peyama KJB’ê ya Newroza Swîsreyê silav dike hate xwendin.

Piştî ku peyama vîdeo ya KCK’ê ya di derbarê pêvajoyê de hate pêşkêş kirin, Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat mafê axaftinê girt. Akat di axaftina xwe de Newroza Kurdên li sirgûnê jiyan dikin pîroz kir. Akat di axaftina xwe de balkişande ser pêvajoya çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û got, “Birêz Ocalan dibêj, êdî Kurd weke berê nabin, Kurd dê weke berê şer nekin, dê di vê pêvajoyê de bêhtir kar bikin, dê hînbêhtir ked bidin û hînbêhtir hêza xwe danin holê. Pêvajo vê dixwaze. Birêz Ocalan û gelê Kurd dê aştiyê bi tekoşînê avabikin.”

Akat anî ziman ku, pêwîste pêvajoya ku ji aliyê Ocalan ve hatî destpêkirin baş were xwendin û destnîşan kir ku,” Pêvajoya ku em niha gihanê encamên hewildanên aştiyê yên 14 sale Birêz Ocalan di tecrîda li Girava Îmralî de dide meşandine. Pêwîste hemû gelên bindest xwedî li vê peyamê derkevin. Ji ber ku di vê perspektîfa çareseriyê de azadiya hemû gelan heye. Rêya xwedî lêderketin û gihandina serkeftinê ya pêvajoya Birêz Ocalan dayî destpêkirin jî di rêxistinbûnê de derbaz dibe. Yeketiya demokratîk tenê di mezinkirina rêxistinbûnê de dê pêk bê. Ev Newroz xwedî derketina li manîfestoya çareseriyê ya Birêz Ocalane.”

Di ahenga Newrozê de ji Partiya Sosyalîst Parlementerê Fireburg Kantonê Jan Francois jî axaftinek kir.

Li gel dîlanên gelêrî yên Navenda Çanda Med û Erbaneyê Hunermend Kawa, Bang û Aynûr Dogan derketin ser dikê.

Weke din jî di standên Heyva Sor de ji bo Rojava alîkarî hatin kirin. xebatkarên Meclisa Jinan ya Bêrîtan ya Zurichê xebatên xwe yên Kampanya Îmzeyan ya ji bo Azadiya Ocalan di ahenga Newrozê de jî berdewam kirin.

Ahenga Newrozê ya 8 demjimêran dom kir, bi girêdana govendê bidawî bû.