Li Swîsre û Belçîkayê ji bo Dayikên Şemiyê çalakî hatin lidarxistin
Ji bo piştgirî ji Dayikên Şemiyê re were dayîn, li 3 bajarên Swîsre û li paytexta Belçîka Brukselê bi sedan kes daketin qadan.
Ji bo piştgirî ji Dayikên Şemiyê re were dayîn, li 3 bajarên Swîsre û li paytexta Belçîka Brukselê bi sedan kes daketin qadan.
Ji bo piştgirî ji Dayikên Şemiyê re were dayîn, li 3 bajarên Swîsre û li paytexta Belçîka Brukselê bi sedan kes daketin qadan.
CENEVRE: Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, saziya bi navê Alrernatîba li Plaînplasaîsê festîvaleke navneteweyî lidar xist û bi sedan kes beşdar bûn. Di vê kombûnê de piştgirî ji Dayikên Aştiyê re hat dayîn, ku cara 600'î ye çalakiya rûniştinê lidar dixin. Girseya gel dowîz û pankartên bi nivîsa "Em edaletê dixwazin", "Ev 600 hefte ne em edaletê dixwazin" hildan û destnîşan kirin, ku divê hêzên navneteweyî bersivê bidin lêgerîna edaletê ya Dayikên Şemiyê. Di çalakiyê de ji beşdaran re qala lêgerîna edaletê ya Dayikên Şemiyê hat kirin.
BERN: Li gara navendî ya bajarê Bernê, bi dehan kes li hev civiyan û bi pankart û dowîzan bal kişandin ser lêgerîna edaletê ya Dayikên Şemiyê. Çalakgeran bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê hat rexnekirin. Ji beşdaran Hatîce Tekdag jî qala hevserê xwe Alî Tekdag kir, ku di salên 1990'î de piştî binçavkirinê hat windakirin û daxwaza xwe ya edaletê careke din bilêv kir.
BASEL: Li bajarê Basel ê Swîsreyê, bi dehan kesên li Claraplatzê li hev civiyan, qîrîna edaletê ya Dayikên Şemiyê li Baselê dan bihîstin. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser rûyê qetlîamker ê dewleta Tirk û hat gotin, divê civaka navneteweyî dengê Dayikên Şemiyê bibihîze. Çalakgeran her wiha bi rêya belavokan işaret bi lêgerîna edaletê ya Dayikên Şemiyê kirin.
BRUKSEL: Piştgiriyeke din a ji bo çalakiya 600. a Dayikên Şemiyê, ji Belçîkayê hat. Di çalakiya li paytext Brukselê de dirûşma "Hêrsa dayikan wê kujeran bifetisîne" hat qîrîn. Li ser navê Yekîtiya Jinen Sosyalîst, navenda Civava Demokratîk û HDK-Ewropayê axaftin hat kirin. Qisekera bibîr xistin, ku Dayikên Şemiyê ev 600 hefte ne li zarokên xwe digerin û ew jî ji bo destekkirina wan li hev civiyan e. Çalakî bi çepikan û qîrîna dirûşman qediya.