Li Swêdê nerazîbûna li dijî qeyûm

Komîteya Piştevaniya Kurdistanê ku li bajarê Soderhamn ê Swêdê kar dike, nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman a li şûna şaredariyên HDP'î da.

Serokê Komîteya Kurdistanê Benny Gûstafsson û endamên desteya rêveberiyê Per Olof Nordîn, Marîanna Erîksson û Eva Bîrath ji bo tevlî konferanseke li parlamenta Swêdê bibin a li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê hatin Stockholmê. Serok û rêveberên komîteyê ji ANF'ê re axivîn.

Gûstafsson diyar kir, binpêkirina mafên li Tirkiyeyê û desteserkirina sê şaredaran ew matmayî nehiştine. Gûstafsson diyar kir, Erdogan ku di hilbijartinên 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê de bi derbeke mezin têk çû, ji ber ku tiştek di dest de nemaye bêhtir zext û êrîşan dike.

Per Olof Nordîn jî bi bîr xist ku tevî zext û hîleyan jî Erdogan nekarî di hilbijartinên Stenbolê de encama dixwaze werbigire, lewma bi têkçûna duyemîn re hejiya. Nordîn diyar kir, piştî ku şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê hatin dûrxistin, wan li navçeya xwe dest bi karê agahdarkirina raya giştî kirine.

'ME XWEST KU OCALAN BÊ BERDAN'

Nordîn anî ziman, beriya niha bi demekê wan li navçeya xwe bi tevlîbûna lîderên sendîkayan, şaredarên berê û hunermendan Însiyatîfa Soderhamnê ava kirin û got, "Di daxuyaniya hevpar de ku 50 kesî mohra xwe danîn binî me xwest ku Abdullah Ocalan bê berdan."

Komîteyê piştî ku li sê bajarên mezin qeyûm hatin tayînkirin, ji bo piştevaniya şaredaran bike dest bi kampanyayê kir.

Eva Berîth anî ziman ku kampanya bi rengekî serketî tê meşandin û ew dixwazin hemû rêveberên şaredariyan tevlî kampanyayê bikin.

'HEVDÎTINÊN ME YÊN BI WEZARETA KARÊN DERVE RE DIDOMIN'

Komîteya Piştevaniyê ya Soderhamnê her wiha hevdîtinên xwe yên bi Wezareta Karên Derve ya Swêdê re jî didomîne. Bi navê komîteyê Benny Gûstafsson û Marîanna Erîksson beriya bi demekê bi rayedarên Wezareta Karên Derve re hevdîtin kiribûn.

Erîksson diyar kir ku di hevdîtinê de wan bal kişandine ser binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiye û Kurdistanê û ji Swêdê xwestine ku helwestê nîşan bide.

'EM JI BER BÊDENGIYA SWÊDÊ ŞERM DIKIN'

Endamên Komîteya Piştevaniyê ya Soderhamnê ji ber bêdengiya Swêdê ya li pêşberî dûrxistina şaredaran a li Tirkiyeyê nerazî ne. Gûstafsson diyar kir ku ne ya qebûlkirinê ye ku hikumeta Swêd bêdeng bimîne û got, "Em ji vê yekê şerm dikin. Ji bo berdana Ocalan û derxistina PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê gelekî pasîf tevdigere."

'EM Ê HEWL BIDIN DELEGASYONEKÊ BIŞÎNIN TIRKIYEYÊ'

Gûstafsson diyar kir ku Swêd û Ewropa ditirsin ku Erdogan penaberan bişîne Ewropayê, lewma helwesteke radîkal li dijî Tirkiyeyê nîşan nadin.

Gûstafsson anî ziman ku ji bo piştevaniya bi şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê wê hewl bidin li Swêdê delegasyonekê ava bikin û bişînin Bakurê Kurdistanê, bi vî rengî hevdîtinê bi şaredarên ji wezîfeyê hatine dûrxistin bikin û piştevaniya xwe nîşan bidin.