Li Swêdê êrîşên PDK’ê yên bi ser Şengalê de hate şermezarkirin

Li Stockjolm, Goteborg û Malmoyê êrîşên PDK’ê yên bi ser Şengalê de hate şermezarkirin.

STOCKHOLM
Li paytexta Swêdê Stockholmê bi meş û mîtîngekê êrîş^ne PDK’ê yên bi ser Şengalê de hatin şermezarkirin.

Xwepêşandana ku bi banga PJAK’ê saet 13.00’an li meydana Marîtorgetê dest pê kirî, Kurdistanî gihaştin cem hev, dirûşmên wekî ‘’Êrîşên bi ser Şengalê de rawestînin, bijî berxwedana Şengalê, bijî Serok Apo, Destê xwe yên bixwîn ji ser Şengalê rakin, ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî’’ hatine berzkirin û ber girse bi ber meydana Medborgarplatsenê ve meşiyan.

Li paytexta Swêdê Stockholmê û Goteborg û Malmoyê êrîşên çeteyên girêdayî PDK û AKP’ê yên bi ser Şengalê de hatin şeremezarkirin. 

Li ser navê PJAK’ê Hamîd Alîalî axivî û got Erdgoan ji bo destkeftiyên Kurdan ên li Rojava û Bakur têk bibe komkujiyan dike û niha jî heman tiştî bi destê PDK’e li Şengalê dike û diyar kir ku Barzanî careke dî îxanet li Êzîdiyan kir.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê Ayşe Goktepe jî got çeteyên DAIŞ’ê dema ku bi ser Şengalê de girtin PDK gel bi komkujiyê re hişt, vekişiya û got: ‘’PKK û YPG bi alîkariya Êzîdiyan ve çû û ew ji mirinê xilas kirin. Niha PDK tehamulî wan hêzan nake ku Êzîdiyan diparêzin û êrîş dibe ser Êzîdiyan.’’

Goktenpe diyar kir ku divê Kurd neyên lîstika AKP’ê û bang li PDK’ê kir ku dawî li dijminatiya xwe ya li Êzidiyan bîne û çeteyên xwe yên bi desteka Tirkan vekişîne.

GOTEBORG

Li Goteborgê jî bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakî hate kirin, di çalakiyê de PJAK, Tevgera Azadî, Tevgera Jinên Azad û dostên Kurdan hazir bûn.

Di çalakiyê de hate gotin ku PDK dema ku DAIŞ êrîş bi ser Şengalê de aniye parastina Êzîdiyan nekiriye û bûye sedema ku Êzîdî werin qirkirin.

Di çalakiyê de hate gotin êrîş piştî Serokê PDK’ê Barzanî çûye Tirkiyê û vegeriyaya pêk hatiye û hate gotin 500 hezar Pêşmerge yên ku li Kurdistanê şehîd bûne ji bo kursiyê Barzanî lê ji