Li Swêd û Awûstralyayê çalakiyên ji bo Rojava

Kurdistaniyên li Swêd û Awûstralyayê li dijî êrişên dagirkeriyê yên li hemberî Rojava daketin qadan. Her wiha karê dîplomasiyê kirin.

Li bajarê Borlange yê Swêdê Kurdistanî li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li hev kom bûn.

Şefîk Agir bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd berxwedêr silav kir. Şefîk Agir got, "Em ê dengê Kurdên berxwedêr li nava raya giştî ya Swêdê bidin bihîstin." Agir destnîşan kir ku wê dagirker ji welatê wan biçin.

KURDÊN LI AWÛSTRALYAYÊ DAKETIN QADAN

Kurdên li bajarên Melboûrne, Sydney, Perth û Adelaîde yên Awûstralyayê bi pêşengiya KNK û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev kom bûn û çalakiyeke şermezarkirinê ya navendî pêk anîn.

Kurdistaniyan her wiha li Parlamenta Federal a Awûstralyayê û Neteweyên Yekbûyî karê dîplomarasiyê kirin.

Kurdistaniyan der barê êrişên dagirkeriyê dosya radestî rayedaran kirin û bi bîr xistin ku dewleta Tirk çekên qedexekirî bi kar tîne.