Kurdistanî û dostên wan ên ku li herêma Sûssex a Îngilîstanê dijîn êrîşên qirkirinên li ser Gelê Kurd û HDP’ê tên kirin protesto kirin. Di çalakiya ku di pêşangtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Sûssex hate kirin de belavokên ku têkildarî operasyona qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê û girtina Hevserokên Giştî yên HDP’ê Salahattîn Demîrtaş û Fîdan Yuksekdag û perlementerên hatin girtin, hatin belavkirin. Bang li Birîtanyayiyan hate kirin li dijî polîtîkayên êrîşkar ên hikûmeta AKP’ê bêdeng nemînin û bi rêya nûnerên xwe zextan li ser hikûmeta Tirk bidin meşandin.
Di çalakiyê de dirûşmên mîna “Dest nede HDP’ê”, “Dest nede parlementerên me”, “ Em HDP’yî ne”, “Kujer Erdogan” û “Dest nede vîna min” hatin berzkirin.