Li Sûriyeyê teqînên bi şîdet

Li Sûriyeyê teqînên bi şîdet

Li Paytexta Şamê ya Sûriyeyê li pey hev du teqînên bi şîdet pêk hatin. Hate hînbûn ku, di teqînan de herî kêm 20 kes mirine.

Teqîn li herêma Cermana di demjimêrên sibê de pêk hatin. Bombeyên li dora rê hatibûn bi cih kirin li pey hev teqiyan.

Ajansa Nûçeya a Sûriyeyê SANA bûyerê wekê ku ku terorîstan li hemberî sivîlan pêk aniye dan û got gelek kes mirine û birîndar jî hene. Di dîmenên ku weşandin de jî tê dîtin ku teqînan rê li ber texrîbata gelek avahî û kargeriyan vekiriye.

Muxalîfên rejîmê jî da zanîn ku, di teqînan de 20 kes mirine û bi dehan kes jî birîndarin. Her wiha nayê zanîn ku di nava wan de leşker an polîs hene an na. Hat hîbûn ku, li herêma Cermana di navbera muxalîf û hêzên rejîmê de pevçûn diqewimîn.

Di rojên dawî li taxên Şamê û bajarokên wê di navbera muxalîf û rejîmê de pevçûn zêde bûne. Komên girêdayên Hêzên Sûriyeya Azad di rojên borî de li başûrê Şamê li herêma Sayyîda Zaînab baregeheke aydê hêzên hewayî bidest xistibû. Pevçûn bi taybetî li herêma Ghouta ya başûrê Şamê pêk tê. Hêzên muxalîf li wir serdestin.

Komîteyên Koordînasyona Herêmê ya Muxalîfan diyar kirin ku, di pevçûna duh ya Şamê de 48 kes mirine û li seranserê pevçûnên welat 131 kes mirine. Di van de jî 12 zarok hene. Li gorî NY’ê ji adara 2011’an heta niha li Sûriyeyê 20 hezar û ligorî muxalîfan jî 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye.