Li Sûriyeyê ajotvanên otobusan li rastî êrîşên komên çekdar tên

Li Sûriyeyê ajotvanên otobusan li rastî êrîşên komên çekdar tên

Welatiyên sivîl ên ku di navbera Rojava û bajarên Sûriyeyê de rêwîtiyê dikin, gelek caran rastî êrîş û hewldanên talankirinê yên komên çekdar tên. Duh li ser rêya Til Temir otobusta rêwiyan ya fîrmaya Qedmûs rastî êrîşa komên çekdar hat.

Mînaka van bûyeran ya dawî jî, doh li ser rêya Heleb û Til Temirê rû da. Komeke çekdar li gundê Mebrûkû ku 50 kîlometre dûrî Til Temirê ye, otbusên rêwiyan yên şîrketên Qedmûs, Îzla û Rafîdên radiwestînin.

Li gorî agahiyên kesên ku bûyer bi çavên xwe dîtine piştî ku komên çekdar otobus bi zora çekan rawestandin, rêwiyên otobusa fîrmaya Qedmûs daxistin xwarên û ew li 2 otobusên din siwar kirin.

Paşê ev koma çekdar ajotkarê otobusa Qedmûs yê bi navê Abid El Sekran û alîkarê wî Yasir Cima tevî otobusê direvînin.

Şahidan da zanîn ku endamên komên çekdar camên otobusên Îzla û Rafîdên jî şikandin û gotinên kirêt yên mîna "Ev xiristiyan in û kuştina wan jî helal e" ji welatiyên Siryanî re gotin..

Beriya çend rojan jî, li ser rêya Hesekê û Til Temir komên çekdar pêşî li sîtêrên sotemeniyê girtibûn û 14 ajotkar revandibûn.