Li Stûttgartê piştgiriya ji bo girtiyên siyasî
Girtiyên di Girtîgeha Stammheîmê ya Stûttgartê de tenê nehatin hiştin.
Girtiyên di Girtîgeha Stammheîmê ya Stûttgartê de tenê nehatin hiştin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê ji bo piştgiriya girtiyên di Girtîgeha Stammheîmê de li pêşiya girtîgehê hatin ba hev. Bi awayê ku ji qawîşên girtiyan were dîtin, fîşekên hewayî hatin avêtin û slogan hatin berzkirin.
Girseyê sloganên “Bijî YPG”, “Bijî hevgirtiya gelan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û girtiyan jî bersiv an. Girseyê piştre li derdora girtîgehê meşek lidarxistin.
Girse piştre hate ber deriyê girtîgehê û boyax avêt paceyan û girtin protesto kirin.