Li Stûttgartê panela 'HDK-Ewropa'

Di panela HDK-Ewropa ya li Stûttgartê de banga rêxistinbûyîneke xurtir hat kirin.

Li gelek bajarên Elmanyayê, ji 22'ê Nîsanê û vir ve panelên 'HDK-Ewropa' tên lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de roja 26'ê Nîsanê li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stûttgartê ji aliyê Hewldana HDK-E ya Stûttgartê ve panelek hat lidarxistin.

Panel ji aliyê rojnamevan Necatî Abay ve hat birêvebirin û Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Hevseroka NAV-DEM'ê Fatoş Goksûngûr weke panelîst beşdar bûn.

GOKSÛNGÛR: DIVÊ ELMANYA BIBE LOKOMOTÎF

Goksûngûr di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir, ku divê rêxistinbûyîna li Elmanyayê bi rengekî gelek çalak bê meşandin û got, "Girîng e Elmanya di mijara vê rêxistinbûyînê de ji bo rêxistinbûyîna li welatên din bibe lokomotîf." Ji bo pirsa "Çima HDK-E?" Goksûngûr da xuyakirin, ku li dijî zîhniyeta tekparêz û qetlîamker a li Kurdistanê komkujiyan dike, divê ew xwe birêxistin bikin. Goksûngûr got, "Neçareserkirina pirsgirêkên koçberî, ziman, jin, ciwan, kar û baweriya Elewiyan ên li Ewropayê, rêxistinbûyîna HDK-E ferz dike."

KILIÇ KOÇYÎGÎT: EM DIKARIN PÊŞÎ LI QETLÎAMKERIYÊ BIGIRIN

Kiliç Koçyîgît jî da xuyakirin, ku HDK bi perspektîfa modernîteya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi têkoşîna xwe kiriye û ji sala 2011'an û vir ve ji bo her kesî derfetên xweîfadekirina azad afirandiye.

Kiliç Koçyîgît diyar kir, eger rêxistinbûyîna li Ewropayê bi têrkerî pêk bihata û biba bersiv ji têkoşîna li Kurdistanê re, wê komkujiyên li Kurdistanê qewimîn bihata astengkirin, Merkel û yên mîna wê li pêşberî sûcên Erdogan wê bêdeng nemabûya. Kiliç Koçyîgît  got, "Ji ber vê yekê di vê HDK-E bi hemû rêxistinbûyÎnan re mecl3ıs û komunan ava bikie û xwe xurt bike."

Di panelê de nûnerên Komeleya Dijberên Qirkirina Dêrsimê, SKDTM, AABF, SYKP û saziyên mîna wan mafê axaftinê girtin û li ser mijarê nêrînên xwe anîn ser ziman.

...