Li Stûttgartê hefteya 800’emîn hate silavkirin

Li Stûttgartê bi çalakiyekê hefteya 800’emîn a Dayîkên Şemiyê hate silavkirin.

Li bajarê Stûttgart a Elmanyayê Platforma Piştevaniya bi Dayîkên Şemiyê re, bi wesîleya hefteya 800’emîn çalakiyek li dar xist.

Di çalakiya li Marstallstrasse ya Stuttgartê hatî kirin de, wêneyên windahiyan vekirin û bi mûman “Hefteya 800’emîn” nivîsin. Di çalakiyê de ji bo hemû windahiyan deqîqeyekê rêz hate girtin.

“EM BI DAYÎKAN RE NE”

Di daxuyaniya ji aliyê Platformê ve kirîn de, hate gotin; “Ev hefteya 800’emîn e ku li bajarên cuda cuda dayîk, xwişk û xizmên windahiyan her hefte li aqûbeta zarok û xizmên xwe dipirsin. Ev 25 sal derbas bû hîn dayîk ji bo hêrs û xemgîniya bidin bihîstin li kolanan dimeşin. Ji bo ku em çarenûsa windahiyan bidin diyarkirin, em ê bi dayikan re bin.”