Li Stuttgartê çalakiya ji bo piştgiriya bi girtiyan re

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, bi wesîleya 18'ê Adarê roja piştevaniya bi girtiyên siyasî re li ber Girtîgeha Stammheimê çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de xwedî li çalakiya fedayî ya Zulkuf Gezen hate derketin.

Çalakgeran her wiha hikumeta Elman protesto kirin ji ber ku piştgiriyê dide polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û mûxalîfan.

Nûnerên AGÎF, SKB, MLPD, Zusammen Kaempfen, Rote Hilfe, Federasyona Anadolû, ATÎK û pêkhateyên Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd tevlî çalakiyê bûn.

Bi navê Platforma Dengê Girtiyan Necatî Abay axivî û çalakiya Gezen silav kir.

Piştî axaftinan girseya gel bi qîrîna dirûşman meşiya û dawî li çalakiya xwe anî.