Li Stûttgartê bîranîna Qirkirina Dersimê
Li Stûttgartê ya Elmanyayê Qirkirina Dersimê hate bibîranîn.
Li Stûttgartê ya Elmanyayê Qirkirina Dersimê hate bibîranîn.
Li Stûttgartê bi dirûşma ‘’Em bi bîr tînin, fêhm dikin, ji bîr nakin’’ Qirkirina Dersimê hate bibîranîn.
Di bernameyê de ozah Serdan, Şengul Pak û Suat Baran axatinek kirin.
Di bernameyê de ku moderatoriya wê Huseyîn Yamaç û Turan Sever kirî hate gotin, ‘’Bi zêmaran di sala 80’yî de bibîranîna Qirkirina Dersimê ne rehet e. Ev êşeke wiha ye ku her Dersimiyek heta bi mêjiyê hestiyê xwe dijî. Hovîtiyek kirin, qira me anîn. Li ser hîmê ku civakekê, baweriyekê qir bikin, tine bikin..Ji bo vê jî gotina navê Qirkirina Dersimê jî êşeke giran e. ‘’
Dawiya bernameyê hate gotin 18’ê Mijdara 2018’’an li hêwana Lîderhalle ya Stûttgartê wê bîrana ‘Qirkirina Dersimê’ çêbibe û banga tevlêbûna li bernameyê hate kirin.