Li Strasbourgê şahiya 27’ê Mijdarê

Li Strasbourgê şahiya 27’ê Mijdarê

li Bajarê Strasbourg yê Fransayê biboneya 34’emîn salvegera damezirandina PKK’ê şahiyek pêk hat. Di şevê de bi wesîleya meha Muharremê aşûr hat belavkirin.

Şahî li Komeleya Kurd ya Mezopotamyayê pêk hat. Di şevê de geşedanên îro pêk tên û şert û mercên derketina têkoşîna azadiya Kurd hat nirxandin.

Nûnerê Koordînasyona Civaka Demokratîk ya Kurd ya Ewropayê (CDK) Hasan Perî di şevê de axivî û li ser derketina PKK’ê axivî û wiha got: “Vejîna Apoyîtiyê di 1973’an de ava bû, xeta çalakiya îdeolojîk di 1978’an de bi şehadeta heval Heqî Karer zêdetir bi îdia bû û cihê xwe li şoreşa Kurdistanê girt.”

Perî balkişand ser şert û mercên îro û got: “Li Rojhilata Navîn bihara azadiyê belav dibe. Terz û tempoya rast dê azadiyê bîne. Ji ber vê divê bindest li dijî hêzên hegomonîk yên heyî bibin yek. Tenê divê em nekevin sînorên teng yên mantalîteya netewî ya bindest û netewê. Ger em di vê de bi serkevin dê gelên bindest bi serkevin û hegomon jî tê têk biçin.