Li Strasbourgê nobeta azadiya Ocalan ya di hefteya 44’an de ye
Li Strasbourgê nobeta azadiya Ocalan ya di hefteya 44’an de ye
Li Strasbourgê nobeta azadiya Ocalan ya di hefteya 44’an de ye
Li bajarê Fransa Strasbourgê nobeta bêdem ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja 301’an de berdewam dike. Nobeta ku hatiye destpêkirin dewrî koma ku ji bajarê Almanyayê Kîelê hatibûn hat kirin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 25’ê Hezîranê 2012’an û vir ve li ber Konseya Ewropayê çalakiya nobeta azadiyê hatiye destpêkirin di hefteya 44’emîn de berdewam dike nobet dewrî koma ku ji pênc kesan pêktê ku ji bajarê Almanya Kîelê hatibû hat kirin. Koma berê jî ji bajarê Oldenburgê hatibûn.
Ji koma nû Seyîdxan Cizîrî diyar kir ku, em ji bo azadiya Ocalan beşdarî vê çalakiyê bûne û em weke kom em dê heya dawiya nobetê emê kampanyaya îmzeyan ku di çerçoveya azadiya Ocalan de li qada navnetewî hatî destpêkirin îmzeyan berhev bikin.
Endamê komê Lezgîn jî wiha got: “Heya ku rêberê me azad nebe dê çalakiya nobetê berdewam bike. Her çiqasî ku Kurdên li Ewropayê dijîn hemû nebînin jî em dê azadiya rêberê vî gelî nîşan bidin.”