Li Strasbourgê mitînga ji Ocalan re azadî
Li Strasbourgê mitînga ji Ocalan re azadî
Li Strasbourgê mitînga ji Ocalan re azadî
Çalakiya nobetê a bidaxwaza ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re azadî li ber Konseya Ewropayê destpêkiribû sala xwe tije kir. Biboneya yekemîn salvegera nobetê li Strasbourgê mitîng hate li darxistin.
Biboneya yekemîn salvegera çalakiya nobetê a li ber Konseya Ewropayê a li bajarê Strasbourg ya Franayê her hefte komekê dewir digirt, mitîng tê li darxistin. Nêzî hezar kesên ji herêma Alsas-Loren, Almanya û Swîsreyê hatin ber KE kombûn.
Di mitînga ku nûnerên saziyên Kurdistanî, her wiha li gel bi dehan kesên di çalakiya nobetê de cihê xwe girtin, gelek dostên Kurdan ên Fransî û Elman jî beşdar bûn. Di mitîngê de posterên Ocalan û flemayên PKK, PJAK û PYD’ê hatin hilgirtin.
KOMÎTEYA AMADEKAR: “ÇALAKÎ HETA OCALAN AZAD BIBE DÊ DOM BIKE”
Endamê komîteya amadekar ê çalakiya nobetê Mûnzûr Emekçî di mitîngê de axivî û sipasiya girseyê û got, ev 30 sale Kurd nayên nasandin. Emekçî destnîşan kir ku, merheleya ku em hatinê di dilê Ewropayê de Kurd hatine naskirin û diyarkir ku, pêngava ku Ocalan avêtiye pir girînge.
Emekçî anî ziman ku, ew mafê hemû gelan diparêzin, dê tekoşîna xwe berdewam bikin û ew dê xwedî li Ocalan derbikevin. Emekçî destnîşan kir ku, heta Ocalan azad bibe ew dê çalakiya xwe ya nobetê berdewam bikin.
66 HEZAR BELAVOK, ZÊDETIRÎ 11 HEZAR BIYOGRAFIYÊN OCALAN, 7 HEZAR ÎMZE
Emekçî di axaftina xwe de cih da hêjmarên têkildarî çalakiyê jî. Li gorî vê di bîlançoya salekê ya çalakiyê de 66 hezar 600 belavok, 11 hezar 400 biyografiyên Ocalan belavkirine. Ji 53 koman bigiştî 267 çalakvanên nobetê heya niha herî kêm 7 hezar û 500 îmze komkirine.
WULLUMSEN: PÊVAJO DI ENCAMA TEKOŞÎNA ME DE PÊŞ DIKEVE
Di mitîngê de endamê Konseya Ewropayê ê Danîmarkî Nicolay Williumsen axaftinek kir û da diyarkirin ku, ji bo pirsgirêka Kurd bi awayek aştiyane bê çareserkirin gelek destkeftî û hewildanên gelê Kurd hene. Parlementer Williumsen destnîşan kir ku, heta ku pêvajoya aştiyê giha vê rojê gelê Kurd tekoşînek mezin nîşandaye. Williumsen balkişande ser rapora Parlementoya Ewropayê a têkildarî Tirkiyey û îfadeyên derbarê PKK’ê de.
Williumsen bilêv kir ku, “Di vê biryarê de cara yekem PKK weke terorîst derbaz nebû. Ev serkeftinekî mezine.” Williumsen bibîrxist ku, lê hêjan PKK di “lîsteya terorê” a NY de ye. Parlementerê Danîmarkî got, “Dizanim li vir karê we zehmete. Hûn hertim li virin. Lê tişta herî em êşandin komkujiya Parîsê bû. Tekoşîna we pir birûmete. Em jî li gel we, li gel gelê Kurd û Tirkin. Ez hêvî dikim aştî û demokrasî dê bê welatê we.”
ANDREI HUNKO: EM WEKE PARTIYA ÇEP A ALMAN LI GEL WE NE
Parlementerê Partiya Çep a Alman (Die Linke) Andrei Hunko ji girseyê re axivî. Hunko di axaftina xwe de got, “Em weke parity Çep a Alman li gel we ne û dê piştgiriyê bidin. Ez hêvî dikim ku dê di demên pêşiya me de hewildanên aştiyê biser bikevin, ew rojên xweş dê bên. Me dît ku, têkildarî bûyerên Parka Gezî hikumeta Tirk çawa peyva terorîzmê bikaranî. Xebatên me ên di derbarê vê mijarê li KE û PE yê didomin.”
REMZÎ KARTAL: DIVÊ EWRÛPÎ CIDDÎ NÊZÎK BIBIN
Serokê Kongra Gel Remzî Kartal di mîtîngê de axivî û beşdar li ser navê Kongra Gel silav kir. Kartal got, "Rêbertî, pêngaveke nû û taybet da destpêkirin. Ev pêngav di rojeva cîhanê û çar perçeyên Kurdistanê de ye. Rêberî hêza xwe ji gerîla, gel û yên ji têkoşînê bi bawere digire. Ez welatiyên me yên ev saleke li vir nobedê digirin pîroz dikim û li ser navê Kongra-Gel silav dikim."
Kartal da xuyakirin ku divê AKP zimanê xwe yê li hemberî Ocalan bikar tîne biguherîne û zimanekî xizmetî çareseriyê dike bikar bîne.
Kartal bang li Konseya Ewrûpa, Dadgeha Mafên Mirovan û saziyên din ên Ewrûpayê kir û got, "Rêberî îro ji bo têkûzkirina aştiya li Rojhilata Navîn dixebite. Ji bo civakeke azad li Îmraliyê têdikoşe. Û divê ev saziyên mijara gotinê êdî dawî li siyaset durû û qirêj a li Tirkiyê tê meşandin, bînin."
JI BO REWŞA OCALAN MÎNAKA MANDELA
Serokê Komeleya Dostên Gelê Kurd Bernard Revollon jî di axaftina xwe de xwest Ocalan serbest were berdan û destnîşan kir ku, ji bo pêvajo bi hêz û selametî bimeşe mîna rewşa Mandela Ocalan jî karibe bi her derdorê re diyalogê deyne.
Nûnera MLKP'ê Hanim Yasemîn jî li ser navê partiya xwe nobeta ji bo Ocalan tê girtin silav kir. Yasemîn got, "Êrişên AKP û dewleta faşîst ên li hemberî civakê ranawestin. Em bûyerên li Roboskî û Taksîmê qewimîn şermezar dikin. Îro gelê Kurd deskevtiyên dîrokî bi dest dixin û di heman demê de perdeya li pêş çavên Tirkan radibe û têkoşîn dewam dike. Divê pireke biratiyê were avakirin."
Di mîtînga ku saet di 12'an de destpê kir de, hunermendên Koma Berxwedan yek bi yek derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Mîtîng saet di 15'an de bi axaftina malavahiyê bi dawî bû. Mîtîng ji aliyê qenalên televîzyonê France 3 û Alsas 20 ve hat şopandin.