Li Strasboûrgê meclîsa ciwanan a 'Şehîd Erdal Welat' ava bû
Ciwanên Azad li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, meclîsa ciwanan a Şehîd Erdal Welat ragihandin.
Ciwanên Azad li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, meclîsa ciwanan a Şehîd Erdal Welat ragihandin.
Endamên Tevgera Ciwanên Azad li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan û bi şiyara "Bi tolhildana fedayî ber bi azadiya Rêber Apo ve" kongreya xwe ya yekemîn pêk anîn. Di encama kongreyê de meclîsa ciwanan hat ragihandin.
Navê Salman Talan bi nasnav Erdal Welat li kongreyê hat kirin, ku Welat ji Ewropayê tevlî nava refên gerîla bûbû û di sala 2015'an de di pêngava rizgarkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dabû.
Kongreya damezrandina bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre dîwana ji 3 kesan û rojev hat diyarkirin. Li ser navê Ciwanên Azad Strasboûrg Cîhan Welat axivî û êrîşa PDK'ê ya li Şengalê nirxand.
Piştî nirxandina pêvajoya siyasî, delegeyan rewşa rêxistinî nirxandin. Di kongreyê de ji delegeyan re qala xebatên komîte, komun û meclîsê hat kirin. Piştre hilbijartin hat kirin û di encamê de Meclîsa Ciwanan a Şehîd Erdal Welat a ji 25 kesan hat ragihandin.
Piştre li sînevîzyonek ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk dihat, hat temaşekirin. Di dawiyê de jî govend hat gerandin û kongre bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPS, YPS-Jin" qediya.