Li Strasboûrgê li dijî tecrîdê meş û mîtîng
Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdeniya saziyên Ewropî li Strasboûrgê meş û mîtîngek hate kirin.
Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdeniya saziyên Ewropî li Strasboûrgê meş û mîtîngek hate kirin.
Li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) bi sedan kesên ji herêma Lorraîne û Alsace ya Fransayê hatin li Gara Navenda Strasboûrgê kom bûn. Çalakiya ku beşek Tirkiyeyî jî tevlî bû, ji pêşiya gara trenê heta Place Kleberê dest bi meşê hate kirin.
Di çalakiya pankarta bi zimanê Fransî û Kurdî ‘Komploya 9’ê Cotmehê ya nevneteweyî şermezar dikin’ hate vekirin de, posterên Ocalan hatin hildan.
Di meşê de dirûşmên bê navber yên şermezarkirina komploya li dijî Ocalan hate kirin, hate berzkirin de li Place Kleberê mîtîngek hate kirin. Di axaftinên mîtîngê de hatin kirin hate destnîşankirin ku ev du sal zêdetirin agahî ji Ocalan nagirin û vê rewşê di nava gelê Kurd de rê li ber fikarên mezin vekiriye.
Di axaftinan de bang li Konseya Ewropa (KE), Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPD) û saxiyên xwedî raye hate kirin ku bi erkda xwe rabin û di vê bi tundî faşîzma AKP’ê bê şermezarkirin.