Kampanya îmzeyan ya navnetewî ku bi dawza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê birêve birin didome. Li Strasbourg û herêmên wê heya niha 8 hezar îmze hatine komkirin, Fatma Tetîke ya ku eslê xwe Tirke 2 hezar îmze tenê biserê xwe komkirin, komeleya Kurdan sipasiya Tetîkê kir.
Di çarçoveya kampanya îmzeyan ya navnetewî ku di meha Îlonê de ji bo azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî hate destpêkirin li herêma Strasbourgê (Alsace Lorraine) xebat berdewam dikin.
Heya niha ji vê herêmê 8 hezar îmze hatin berhev kirin. Fatma Tetîk ya bi eslê xwe Tirk ku tenê serê xwe 2 hezar îmze komkirin, komeleya Kurdan ji ber piştgiriya wê sipasî kir.
Li aliyê din jî bi daxwaza azadiya Ocalan çalakiya nobetê ya ji 25’ê Hezîranê ve li ber Konseya Ewropa hatiye destpê kirin di roja 157’mîn de didome. Nobeta vê hefteyê 5 kesên ku ji bajarê Mannheim ya Almanyayê hatîn dewir girt.
Weke din jî jinên Kurd ji bo Noelê li bazara mezin ya li qada Kleber cihê xwe girtin û kedên xwe pêşkêş kirin.