Li Strasbourgê ji bo ku CPT û AI bi lezgînî tevbigere daxwazname dan
Gelek Kurdistaniyên ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, li Strasbourga Fransayê gihaştin cem hev, ji bo ku bi lezgînî bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, daxwazname şandin Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (AI)
ANF
STRASBOURG
duşem, 1 gelawêjê 2016, 17:41
Di serlêdanan de hate gotin ev nêzîkî 15 mehan e ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk nayên, her wiha hate diyarkirin, ji roja ku Tayyîp Erdogan û AKP’ê biryara bidawîkirina pêvajoyê standin û heya niha hewl didin ku li Kurdistanê jî jiyana sivîl biqedînin. Hate bibîrxistin ku di gelek herêmên xwerêveberiyê de gelek şaredar û endamên meclîsê ji peywirê hatine girtin û destlênedana wekîlan hatiye rakirin.
Di daxwaznameyê de hate gotin, tiştên ku li Kurdistanê hatine jiyîn, rê li ber hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê vekiriye û hate gotin, qebûlnekirina encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê rê li ber darbeyê vekiriye.
Di daxwaznamyê de hate diyarkirin Ocalan mekanîka darbeyê ji zû ve dahurandiye û herwiha di serî de malbat û parêzerên wî bi milyonan Kurd ji tendirustiya Ocalan bi fikar in.
Di daxwaznameyê de hate gotin divê CPT ‘berpirsyariyên xwe bi cih bîne’ û bi bayê bezê biçe Girava Imraliyê, her wiha Rêxistina Efûyê jî ji bo ji van fikaran re bibe bersiv divê bikeve nav kêferatê.
Hate gotin ji rêveberiya postayê daxwaznameyên ku hatine şandin 96 heb in.