Li Strasbourgê bi deh hezaran kes di meşin

Li Strasbourgê bi deh hezaran kes di meşin

Bi boneya 14’mîn salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi deh hezaran kesên li Strasbourgê hatin cem hev komployê şermezar dikin. Di meşa ku dengê slogana li bajar vedide, xwestin hêzên Sakîne, Rojbîn û Ronahî li Parîsê qetilkirin bên derxistin.

Meş û mitînga ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdan yên li Fransayê (FEYKA) hate organîze kirin, bi deh hezaran kesên li Navenda Gara Trenê kombûn, di demjimêr 11.00’an de dest bi meşê kirin. Di meşa ku piraniya wan jin û ciwanin, bi sedan kesa peywir girt, her wiha tedbîrên ewlekariyê yên polîsên Alman girtin balkişandin.

Di meşê de bê navber sloganên komploya navnetewî nelet dikin û daxwaza ronîkirina komkujiya Parîsê dikin hatin avêtin. Di meşa ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên li Parîsê hatin qetilkirin, hatin hilgirtin. Balkêşe ku di meşê de piranî jin û ciwanin.

Girseya ku qasî 3 kîlometreyan bimeşe, dê li qadek ya nêzî Stada Meinau kombibin. Gelek siyasetmedar, hunermend û dostên Kurdan yên ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê tevlî mitîngê bûn.

Meşa Strasbourgê çapemeniya herêmî û netewî ya Fransa û gelek rojname jî dişopînin.