Li Strasbourgê bi deh hezaran kes azadiya Ocalan dixwazin

Li Strasbourgê bi deh hezaran kes azadiya Ocalan dixwazin

Bi boneya 14’mîn salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi deh hezaran kesên li Strasbourgê hatin cem hev komployê şermezar dikin. Di meşa ku dengê slogana li bajar vedide, xwestin hêzên Sakîne, Rojbîn û Ronahî li Parîsê qetilkirin bên derxistin.

Meş û mitînga ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdan yên li Fransayê (FEYKA) hate organîze kirin, bi deh hezaran kesên li Navenda Gara Trenê kombûn, di demjimêr 11.00’an de dest bi meşê kirin.

Meşa ku li ber Îstasyona Trenê ya Strasbourgê destpêkir, di korteja destpêkê ya meşê de posterek mezin yê Ocalan ji aliyê jinan ve hate hilgirtin. Di çalakiya ku sloganên “Ji Ocalan re Azadî”, “Bijî Serok Apo” hatin avêtin de, girseyê li pişt pankarta “Em komploya li dijî Ocalan şermezar dikîn” meşiyan.

Jinên ku cilên jinên şoreşger yên Kurd ku 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez xistin ber xwe, her wiha bi dowîz û pankartên hilgirtin xwestin komkujî were ronîkirin. Weke din jî pankarta “Ji girtiyên siyasî yên li Fransayê azadî” balkêş bû.

Endamên Komeleya Piştevaniya bi Kurdan re ya Alsace ku ji Fransiyan pêktê, teşkîlata Herêma Alsace ya Partiya Komînîst ya Fransayê, endamên Partiya karkerên Komînîst ya Fransayê, MLKP, Yeketiya Elewiyên Kurdistanê û Tevgera Îslamiyên Kurdistanê tevlî meşê bûn û piştgirî dan meşê.

Di meşa ku wêneyên Ocalan, flaman, alên KCK’ê, tevgera jinan KJB û Partiya Rojavayê Kurdistanê PYD’ê hatin hilgirtin, bênavber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Tên tên Apoyî tên”, “PKK, PKK, PKK”, “Terorîst Tirkiye”, “Bican bixwîn em bi te re ne ey Ocalan” hatin qîrîn.

Çalakvanên ku di demjimêrên nîvro de gihan Place Meinauyê mitîngê destpê kir. Mitîng û meş ji aliyê çapemeniya herêmî û netewî ya Fransayê û gelek rojnameyan ve tê şopandin.