Li Strasbourg bi beşdariya 5 hezar kesan meşa li Kobanê
Li Strasbourg bi beşdariya 5 hezar kesan meşa li Kobanê
Li Strasbourg bi beşdariya 5 hezar kesan meşa li Kobanê
Êrîşên çeteyên DAIŞ li bajarê Strasbourg ê Fransa bi beşdariya 5 hezar kesan bi meşekê hat şermezarkirin. Çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê ya li ber Konseya Ewropa jî bi meş û mîtîngekê bi dawî bû.
Li Strasbourgê greva birçîbûnê û çalakiya rûniştinê ji bilî Kurdistaniyên Alsace û Lorraîne dijîn, ji bajarê Bern, Basel, Zûrich ê Swîsre, bajarê Ulm, Freîburg, Forsheîm, Lahr, Kalsruhe, Offenburg ên Elmanya bi tevlîbûna nûnerên sazî û dezgehên cuda bi meş û mîtîngekê bi dawî bû.
Meşa saet 14.00’an li ber Konseya Ewropa destpê kir li ber Place Kleber bi dawî bû. 22 sazî û rêxistinên siyasî beşdarî meşê bûn.
Di axaftinên mîtîngê de bêdengiya dewletên Ewropî û hêzên koalîsyonê hatin şermezarkirin û banga alîkariya însanî hat kirin.