Li Stockholmê Mihrîcana Fîlmên Kurdî dest pê kir
Li Stockholmê Mihrîcana Fîlmên Kurdî dest pê kir
Li Stockholmê Mihrîcana Fîlmên Kurdî dest pê kir
1'emîn Mihrîcana Fîlmên Kurdî ya Stockholmê bi fîlmê Kulîlkên Kerkûkê dest pê dike.
Di mihrîcana ku çar rojan berdewam bike de bi giştî 13 fîlm dê bên pêşandan. Berpirsa Projeya fîlmên kurdî li Swêdê Yasemîn Yekta Salik ji biçûkayiya xwe ve bi karê çêkirina belgefîlman ve mijûle û ev çend sal in ku ew wek derhêner kar dike. Heçî Zanyar Adami ye ew li Swêdê bêhtir wek rojnamevan tê naskirin. Hîna pir xort wî kovarek bi navê Gringo derxist û bi salan ew bi rê ve bir. Di hejmarek rojnameyên Swêdî de gotarnivîsî kiriye lê gav bi gav ew jî nêzîktirî çêkirina fîlman bûye û herî dawî belgefîlma wî ya bi navê ”The Guerilla Son” ango ”kurê gerîlla” di televîzyonên Swêdê de hate weşandin.
Yasemîn û Zanyar ku temenê wan nîzî 30 salî ne, li Swêdê mezin bûne, xwendine û kar dikin. Hejmarek ciwanên wek wan, ku li Swêdê nifşê duyem yên kurdan e û ekseriyeta wan bi karê hunerî re mijûl in, berya salekê li hev kom dibin û ji xwe dipirsin bê ji bo çi festîvaleke fîlmên kurdan li Swêdê nîne. Ciwanên ku li hev kom bûne paşê komeleyeke bi navê ”Stockholm Kurdish Film Festival” ava dikin. Hejmarek kesên din jî beşdarî nav xebatê de dibin û bi giştî 30 kes xebatên amadekirina festîvalê digrin ser xwe û bi awayekî dilxwazî vî karî bi rê ve dibin. Fîlm bi zaravayên cuda yên kurdî, bi tirkî û swêdî ne, lê di hemû fîlman de mijar rewşa gelê kurd e. Amadekarên mihrîcanê radigihînin ku ew bi vê festîvalê dixwazin hem kurd bêhtir hev nasbikin, hem jî ew bibe pirek di navbera Kurdistan û Swêd de.
Mihricana fîlmên kurdî li Ewrûpa berya niha li Berlîn û Londra hatine lidarxistin. Festîvala Londra ji 2001ê ve li dar e û heta niha heft caran ew hatiye amadekirin.