Li Stockholmê darvekirinên rejima Îranê hate protesto kirin
Li Stockholmê darvekirinên rejima Îranê hate protesto kirin
Li Stockholmê darvekirinên rejima Îranê hate protesto kirin
Li Stockholmê xwepêşandan li pey hev çêdibin. Bi armanca protestokirina darvekirinên rejima Îranê ku vê demê zêdebûn û piştgiriya girtiyên siyasî li Stockholmê çalakî pêkhat. Roja Şemiyê dora xwepêşandanên “Kampanya Azadkirina girtiyên siyasî ên li Îranê” (CFPPI) û “Komîteya Piştevaniya bi Dayîkên Lale re” ku ji bo li xizmên xwe ên li Îranê windabûyîn bigerin li Parka Lale ya li Tehranê kombûn û navê “Dayîkên Lale” lê hatin kirin bû.
Koma ku li Qada Sergel ya Stockholmê kombûn, wêneyên şoreşgerên ku li girtîgehê hatîn darvekirin li qadê bicih kirin. Xwepêşandanên ku di destê wan de pankartên rejima Îranê û darvekirin protesto dikin heyî, sloganên “Bimire rejima Îslamî ya Îranê”, “Bila dawî li darvekirina bê”, “Ji girtiyên siyasî re azadî” hatin qîr kirin.
Weqfa Ferzad Kemanger û Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdan, ji bo protestokirina darvekirinên li Îranê dê 17’ê Mijdarê roja Yekşemê xwepêşandan û meşekê li darxînin. Xwepêşandana ku dê di demjimêr 13:30’an de li ber Parlementoya Swêdê destpê bike, dê heya Qada Medborgarplatsenê bimeşin.
Desteya Kurd ya li Swêdê bangî hemû Kurdistanî û dostên wan ên li Swêdê jiyan dikin kir ku beşdarî meş û xwepêşandan protestokirina darvekirinên rejima Îranê bibin.