Li Stockholmê bîranîna şehîdan
Şervan û sivîlên ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan li paytexta Swêd Stockholmê bi find û meşaleyan hatin bîranîn.
Şervan û sivîlên ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan li paytexta Swêd Stockholmê bi find û meşaleyan hatin bîranîn.
Kurdistanî tevî dostên xwe li paytexta Swêd Stockholmê li qada Sergelstorgê li hev kom bûn û şervanên azadiyê û sivîlên ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Rojava jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê û Rojava, ji ekraneke mezin a li qadê wêneyên sûcên ku dewleta Tirk li dijî mirovahiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine hatin nîşandan.
Çalakgeran bi findan 'Rojava' nivîsîn û ji bo bîranîna cangoriyan find pêxistin. Li pişt findan jî wêneyên sivîlên hatin qetilkirin bi cih kirin.
Ayşe Goktepe bi navê Meclîsa Jinan a Amara axivî û diyar kir, ku armanca dewleta Tirk tinekirina sîstema ekolojîk, azadîparêz, wekhev û demokratîk a li Rojava ye ku bi pêşengiya jinan ava bûye.
Goktepe bi bîr xist ku dewleta Tirk û çeteyên wê di dema komkujiyên xwe de çekên qedexekirî mîna fosfosa spî bi kar anîn û bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk bikeve nava hewldanan.
Di çalakiyê de alayên PYD, YPG û YPJ'ê hatin hildan û sirûdên bi Kurdî hatin gotin.