Li Stewrê desteserkirin hatin protestokirin: Em qeyûman nas nakin

Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê desteserkirina şaredarî û destgîrkirina hevşaredaran hate protestokirin.

Rêveberên û endamên HDP’ê yên Mêrdînê li Stewrê destgîrkirin Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez û Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk şermezar kir.

HDP’î ji bo şermezarkirinê li ber avahiya Şaredariya Stewrê kom bûn. Polîsan bi hinceta “çalakî û daxuyanî qedexe ne” destûrê neda daxuyanî bê lidarxistin. Li ser vê yekê HDP’yî derbasî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Stewrê bûn.

Hevşaredarê Stewrê Mahsûm Denktaş li vir axivî û got: “Em ê heta dawiyê ji bo gelê xwe xizmet bikin. Em qeyûman nas nakin. Gelê me van qeyûman naxwaze. Em dixwazin hevşaredarên me yên derveyî hiqûqê hatine binçavkirin li tavilê bên berdan.”

Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak jî destgîrkirina hevşaredaran şermezar kir û wiha got: “Me vê sibehê jî çavê xwe bi binçavkirinan vekir. Em van zextan jî û qeyûman jî şermezar dikin. Em îro hatin vir lê nehiştin ji bilî çend kesan bikeve hundirê avahiya şaredariyê. Ev sepanek li dijî hiqûqê ye. Em sedemê destgîrkirina hevşaredarên jin dizanin çi ye. Dixwazin li her qadê êrîşî îradeya jinan bikin. Lê li dijî van çawa ku me duh têkoşîna xwe dewam kir em ê ji îro pêve jî têkoşîna xwe bidomînin.”

Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.